Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin 2023-08-19 13:43:43   AGIRÎ - Partiya Çepên Kesk, DBP û TJA li Bazîdê êrişa li dijî tabeleya HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.    Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad li navçeya Bazîda Agiriyê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa li dijî tebelaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê hatiye kirin, şermezar kirin. Di daxuyaniya li pêşiya avahiyê navçeya HDP’ê hatiye kirin de pankarta “Me bav û kale were serî daneynî û wera serî daneynin” hate vekirin û dirûşmên “Zext dê me neçewisînin” û “Bimre faşizm” hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê Serhat Ceylan axivî û destnîşan kir ku êrişa hatiye kirin bi plankirî ye û diyar kir ku têkoşîna kurdan a ku bi salan tê meşandin polîtîkayên zext, îşkence û provakasyonan bêencam hiştine. Ceylan bal kişand ser bêhiqûqiyên tên meşandin û got: “Êrişkarê ji bêhiqûqiya dewletê cesaretê digire dê me ji têkoşîna me venegerînin. Sedema bêyî veşartina rûyê xwe ya êrişkar jî nîşaneya palpişta wî ya bingehîn e. Em baş dizanin bê ka ew ji kê cesaretê digire.”   ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN ÊRIŞÊ’   Ceylan da zanîn ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê û ev tişt anîn ziman: “Desthîlat nîşan dide ku ew ê di hilbijartina herêmî ya 2024’an de provakasyonên xwe bidomîne. Me ji destpêka dîrokê heya niha li hemberî qetlîam, sirgun, hemû zilm û zordariyan serê xwe netewand û em ê ji îro şûnde jî serî netewînin."