Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand 2023-08-19 12:34:43   AMED - Li Licê ji ber bîrên sondajê yên di qadên leşkeriyê de hatine vekirin, ava çem diherimîne.    Baregeha leşkeriyê ya li taxa Karincax a girêdayî navçeya Licê ya Amedê bîrên sondajê da vekirin û bermayiyên ji vekirina bîran diherikin, ava çem herimandin. Şêniyên taxê bertek nîşanî herimandina avê dan. Tê payîn ku şîrketên kanên madenan li herêma leşkerî bîrên sondajê vedikin û jehriyê berbelav dikin. Şêniyên taxê dîmenên ku kişandine ji ajansa me re şandin û herimandina çem xwe raxist ber çavan.    Şêniyên li taxê Karincaxê dijîn, destnîşan kirin ku bi birîna daran û kanên madenan xweza tê talankirin û gotin: “Em yekem carê bûn şahid ku bîra sondajê ewqas derdorê diherimîne.”