Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-08-18 11:12:49   AYDIN - Li navçeya Germencika Aydinê polîs îşkenceyê li kesê bi navê Gokhan Olgûn kirin û ev dîmen li ser medya dîjîtal belav bû. Derbarê polîsên îşkencekar de lêpirsîn hat destpêkirin.    Di 25’ê tîrmehê de li navçeya Germencika Aydinê polîsan li naverasta kolanê îşkence li kesê bi navê Gokhan Olgûn kir. Dîmenên îşkenceyê li ser meday dîjîtal hatin belavkirin û xelkê nerazîbûn nîşan dabû. Malbata kesê navborî li ser belavbûna dîmenan serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da û giliyê polîsan kir. Di encama gilîkirinê de Serdozgeriya Komarê ya Aydinê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û îfadeyên Gokhan Olgûn girt.    BI ERDÊ RE KAŞ DIKIN Û IŞKENCE LÊ DIKIN    Gokhan Olgûn di sala 2017’an de ji sûcê “bazirganiya tiryakê” tê girtin. Olgûn ji ber dayika wî nexweş dikeve ji Girtîgeha Fethiyeyê di meha hezîrana îsal de direve ango firar dike. Olgûn du meh firar geriya û di kontrola rê de 25’ê tîrmehê li navçeya Germencikê hewl da bireve û polîsan paşê ew zeft kirin. Polîsan ew bi erdê re kaş dikin û îşkence lê dikin. Dîmenê vê kêliyê li ser medya dîjîtal belav bûn. Olgûn hat girtin û niha li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E’yê ye.    Apê Olgûn, Bayram Olgûn têkildarî bûyerê axivî û anî ziman ku li cihek ku kamera lê nebûye polîs îşkence li biraziyê wî kirine. Olgûn anî ziman ku derbarê polîsên ku îşkence li biraziyê wî kirin e de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.    ‘POLÎSAN HEDÊ XWE DERBAS KIRIYE’    Parêzerê Olgûn, Alparslan Devecî jî anî ziman ku polîs hedê rayeya xwe derbas kirine û tişta ku polîsan kiriye li dijî mirovahiyê ye. Devejî got ew pêvajoya hiqîqî ji nêz ve dişopînin.    MA / Delal Akyuz