Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê 2023-08-18 10:42:50 AMED - Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat ragirtin û hate berdan. Gulecan, da zanîn ku mafê tenduristiyê tê binpêkirin û li girtiyan tecrîd tê ferzkirin.     Li Tirkiyeyê zexta li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Li girtîgehan ku weke cihên rojnamegeran tê pênasekirin jî binpêkirinên mafan didomin. Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan di 18’ê nîsana 2018’an hatibû girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Gulecan di 31’ê tîrmehê de hatibû berdan.    Gulecan ê ji Girtîgeha Metrîsê sewqî Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê hate kirin û 4 mehan girtî ma. Gulecan, der barê binpêkirinên li girtîgehê axivî.    Mahmût Gulecan   ‘BERSIVA DAXWAZNAMEYAN NADIN’   Gulecan, destnîşan kir ku li girtîgehan girtî tên tecrîdkirin, bi tenê tên hiştin û diyar kir ku mafê çalakiyên civakî tê binpêkirin. Gulecan, bilêv kir ku girtî li dijî van binpêkirinan li ber xwe didin û da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta “tijebûna girtîgehê” daxwaznameyên wan red dike.    ‘GIRTIYAN MEHÊ CAREKÊ DERDIXIN REVÎRÊ’   Bi domdarî Gulecan bi bîr xist ku yek ji pirsgirêkên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye. Gulecan, ev agahî parve kir: "Divê em li dijî van rewşên ku wek mirovî nayên qebûlkirin hişyar bin. Tedawiya girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin. Nêzîkatiya personelên tendûristiyê cidî nîne, derketina girtiyan a revîrê bi mehê carekê ve hatiye sînordarkirin. Dema ku tu nexweş bî û te daxwaznameyek nivîsand, daxwaza te wiha red dikin, ‘tu hefteya din an jî hefteyek berê derketibûy revîrê.' Gelek pirsgirêkên bi rengî hene û herî dawî derziyekê li hevaleke me xistin û cihê ku derzî lê xistibûn werimî. Tevî hemû israrên me jî bijîşk ji me re wiha got, ‘Ez nikarim derxim revîrê.’ Bi taybetî di mijara tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene. Hejmara zêde ya girtiyan jî weke hincet tê nîşandan."    TENÊ 7 PIRTÛK   Di berdewamê de Gulecan got ku li girtîgehê ji bo her girtiyekî sînora 7 pirtûkan hatiye danîn û wiha domand: “Roja ku pirtûk bikevin girtîgehê hatiye diyarkirin. Ji bilî van rojan nahêlin pirtûk bikevin girtîgehê. Dibêjin ji pirtûkxaneyê sûd bigirin lê belê pirtûk an di dema xwe de nayên dayîn, an jî bi yek pirtûkê sînordar dikin. Em dikarin ji bo kovar û rojnameyan jî heman tiştî bibêjin. Di xwe gihandina çavkaniyan de pirsgirêkên cidî hene."    ‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ TÊ DAYÎN’   Gulecan destnîşan kir ku li gel hemû zext, tecrîd û binpêkirina mafan jî girtî têdikoşîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên di girtîgehan de bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe ya mirovî û demokrasiyê bernadin. Civak ji bo rewşa xwe ya heyî çiqas xurt têbikoşe, dê sekna hevalên girtî jî ewqas xurtir bibe. Dema bi qasî misqalê ji têkoşîna demokrasiyê tawîzê didin, ev yek bandoreke mezin li girtîgehan dike. Lewma divê em bi qasî misqalê jî tawîz nedin. Rêya têkoşînê jî têkoşîna hevpar a hemû dînamîkên civakê ye."