Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e 2023-08-18 09:06:56   BEDLÎS - Parêzera kesên li Peyîndasê bi îşkenceyê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin Berfîn Ozan bal kişand ser bêhiqûqîtiyan û wiha got: "Hewl dan delîlan çêbikin, armnaca wan çavtirsandina mirovan bû."    Qedexeya derketina derve ya li gundê Peyîndas ê navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di 10'ê tebaxê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat dorpêçkirin, hê jî didome.    Piştî dorpêçkirinê, ji hewayî û bejahiyê ve operasyon hatin destpêkirin û li gelek deveran pevçûn rû dan. Piştî pevçûnan leşkeran avêtin ser malan û 8 gundî binçav kirin. Ji gundiyan Mûstafa Tedbîrlî, Kerem Arvas û Garîp Îpek piştî 4 rojên binçavkirinê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kirine hatin girtin û Serkan Îpek, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Parêzer 8 kesên hatin binçavkirin Berfîn Ozan, tiştên ji 10 tebaxê ve heya niha qewimîne vegotin.    '8 KES BIRIN NAVÇEYÊN CUDA'   Ozanê diyar kir ku parêzer heya demeke dirêj der barê binçavkirinan de agahî wernegirtine û wiha got: "Me heya saet deh yazdehê şevê xebereke zelal ji muwekîlên xwe negirt. Kesên binçavkirî du jê şandibûn navçeyên Bedlîsê. Du kes biribûn Xelatê, du kes biribûn Tetwanê, du kes biribûn Norşînê û du kes jî biribûn Bedlîsê. Ji bo parêzer negihên muwekîlên xwe çi ji destê wan hatibû kiribûn."    'DERENG SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ HATIN KIRIN'   Ozan, bibîr xist ku gava Kerem Arvas hatiye binçavkirin li nav erdekî beyar lê hatiye xistin û ev agahî da: "Piştî rojekê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Me li nexweşxaneyê tiştên pêwîst kirin. Me wekî delîlên îşkenceyê wêne girtin. Û me raporeke derbkirinê wergirt. Me û parêzerên din ji ber îşkenceyê gilî kir. Em ê heya dawiyê bişopînin. Ji roja ewil heya niha hiqûq tê binpêkirin. Em ê her tim hiqûqê biparêzin û bibêjin îşkence sûc e."    'BIRYARA VEŞARÎ DANÎN SER DOSYEYA NEBÛYÎ'   Bi domdarî Ozan diyar kir ku her 8 kes ji ber îxbarekê hatine binçavkirin û got ku hê jî biryara veşarî ya li ser dosyeyê didome. Ozan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev binçavkirin û girtin ne hiqûqî ne. Hewl dan delîlan çêbikin, armnaca wan çavtirsandina mirovan bû. Dibêjin 'alîkariya rêxistinê kirine.' Lê gava em çûn cem cendirmeyan ji me re gotin tu ewraq tune ne. Paşê cendirmeyê ku îdia kir ku hevdîtin bi dozger re kiriye, ragihand ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Li holê dosye tune ye, lê çawa biryara veşarî tê dayîn?"    'ARMANC ÇAVTIRSANDINA GUNDIYAN E'   Di berdewamê de Ozan destnîşan kir ku nelirêtî di biryara sînordarkirina hevdîtin parêzeran de jî dewam kiriye û wiha pê de çû: "Gava me xwest em hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, gotin ji bo hevdîtinê sînorek hatiye danîn. Me xwest em biryara di vî warî de bibînin, lê gotin ewraqek wiha tune ye. Me xwest em der barê vê de girtenameyêekê çêbikin, lê vê carê hiştin em hevdîtinê bikin. Em bi gelek bêhiqûqiyan hatin astengkirin."    Ozan, têkildarî armanca operasyonê jî wiha got: "Armanca muwekîlên me ne ji bo 'parastina gundiyan e', bi temamî ji bo cezakirina gundiyan e."