Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin 2023-08-18 09:02:29   ŞIRNEX - Şêniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê bertek nîşanî birîna daran a di bin navê lêgerîna petrolê de dan û wiha gotin: “Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin. Tenê tifaqiya me, yekdengiya me dikare vê talanê bide sekinandin.”   Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çelênimêja birîna daran a bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê, cerdevanan û hêzên ewlehiyê hatiye destpêkirin sê sal in berdewam dikin. Di encama talankirina xwezaya herêmê de heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Li van herêmên ku her 15 rojan carekê qedexe tê ragihandin dar tên birîn, lêgerîna madenê û petrolê tê kirin. Herêmên qedexekirî ku ji şeniyên herêmê re 30 sal in qedexe kirîne ji talankirina xwezayê re vekirîne. Li Gabarê di bin navê lêgerîna petrolê de bi sedan dar hatin birîn. Şeniyên herêmê yê ku ji vê yekê nerazîne naxwazin ku darên wan bên birîn.    'YAN GUNDÊ ME DIŞEWÎTININ AN DARÊN ME DIBIRIN'   Heznê Arslan a ji gundê Bertûl yê ku li quntara Çiyayê Gabarê dimîne, diyar kir ku dewlet bi salan e li herêmê polîtîkaya çewisandinê dide meşandin û got ku birîna darên wan tunekirina qadên jiyana wan e û wiha axivî: “Ev 30 sal in em ji gundê xwe derketine. Ji wê rojê ve em qet neçûne gund. Niha jî li gundên me biryara birîna daran hatiye dayin. Ji xwe ev bi salane jî li gundên me petrolê derdixînin. Em ji vê nerazîne. Dar jiyan e. Jiyana mirovî li ser daran e. Çawa ku mirov mirovekî bikuje guneh be, mirov darekî jî jê bike guneh e. Birîna daran nayê qebûlkirin. An gundên me dişewitînin, an darên me dibirin, an me koçber dikin, an jî me bi saxî dişewitînin. Ji zarokatiya xwe ve ew e me tiştek ji dinyayê fêm heta niha em di bin vê zilmê de ne. Ev nayê qebûlkirin.    'XWEZAYA ME BI KEYFÎ TÊ ŞEWITANDIN'   Hevkarên dewletê jî cerdevan in. Dewlet ne tenê bi serê xwe daran dibire. Bi zanebûn çiyayên me dişewitînin û darên me dibirin. Xwezaya me bi keyfî tê şewitandin. Em nikarin zarokên xwe li ser axa xwe bibin seyranekê, ji ber ku qedexe ye. Lêbelê ji wan re serbest e. Ji birîna wan a daran re, ji derxistina wan a petrolê re serbest e. Waliyê Şirnexê dibêje gund serbest in herkes dikare biçe gundê xwe. Derewan dikin, tişteke wisa tune ye. Birîna her darekê ji bo me tê wateyê birîna rihek bedena me.”   'WIJDANA WAN ÇAWA QEBÛL DIKE?'   Arslan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li dijî talankirina xwezaya herêmê û ev tişt got: “Ev der ji ber ku Kurdistan e kesek dengê xwe li dijî vê talanê dernaxîne. Ji ber ku Kurdistan e xwezaya wê jî tenê dihêlin. Ji ber vê hişmendiyê û bêdengiyê dar li vê herêmê nehiştin. Banga me ew e ku herkes xwedî li xwezaya me derbikeve. Ev welat nebêxwedî ye. Di vê talanê de ajal jî tên şewitandin, tên tunekirin. Wijdana wan çawa qebûl dike ku xwe bêdeng bikin.”   'DAREK NEHIŞTIN KU DI BIN SIYA WÊ DE RÛNIN'   Medine Aksoy (70) a ji gundê Meydînê jî anî ziman ku cerdevan di birîna daran de roleke mezin dilîzin û got: “Neheqiyê li me dikin. Heke ku îro van cerdevanan ji birîna daran re pêşengtî nekiriba darên me nedihatin birîn. Van cerdevanan mala me xerab kirin, gundê me wêran kirin. Em nikarin biçin gundê xwe. Daxwaza me ew e ku em carekî biçin gundê xwe. Hemû der talan kirin. Li Besta dibirin, li Cûdî dibirin, li Gabar dibirin. Me li ser vê axê ked daye. Di gundê me de ewqasî kezwan hebûn ku mirov ji darên kezwana gund nedît. Çiyayên me weke zêran bûn. Keda gund xelas nedibû. Hilberîneke gelek mezin hebû. Lê îro gundê me ketiye destê zaliman. Ev cerdevane şirîkên dewletê ne. Yê ku wan riyan nişanî dewletê dide û dibe sedema talanê cerdevan in. Bi hezaran darên me birîn. Darek nehiştin ku em biçin di bin siya wê de rûnin. Ew darên ku li tu deran nebûn li gundê me hebûn. Gabar hêşîn bû, dema ku me pezê xwe dibir çerê pez di hêşinahiyê de wenda dibû. Niha darên berû û kezwanan dibirin. Me li ser kezwan û maziyên darên berûyan debara xwe dikir. Tenê tifaqiya me, yek dengiya me dikare vê talanê bide sekinandin. Ji yek destî deng dernakeve.”   ‘LI GABARÊ DAREKÊ NAHÊLIN’   Ayşe Ecer (70) a ji gundê Meydînê hişyar kir ku heke birîna daran bi vî rengî bidome, li Gabarê yek dar jî namîne û wiha got: “Em vê birîna daran a li gundên me tê kirin qebûl nakin. Bi birîna darên me talankirina xwezaya me heqaretê li me dikin. Yek der nehiştin ku dar lê nebirîne. Em nikarin bigihîjin birîna daran. Em dixwazin biçin gund lê me vedigerînin. Ne hesabê ku dar hatine birîn. Li Gabarê darekê jî nahêlin. Qasî ku ev bêdengiye bidome dê ew birîna daran nesekine. Dar stareya me ye divê ku em xwedî lê derbikevin. Xwedê vê zilmê bişkîne.”     'ÇIMA HEMAN BERXWEDANÊ JI BO CÛDÎ Û GABARÊ NAKIN?'    Hatîce Dûrmûş (61) a ji gundê Dêrşew jî bertek nîşanî bêdengiya talana li ser herêmê da û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin ku darên me bibirin. Gundên me talan bikin. Ev 30 sal in destûr nadin ku em biçin gund. Ev sê sal in em bi destûrê diçin ew jî tenê çend seatan mirov dikare bimîne. Lê ji talankirinê re serbest e. Em naxwazin ku xwezaya me bêxwedî bimîne. Muxtarê gundê me ji wan re gotiye, 'em naxwazin ku hûn darên gund bibirin' dewletê jê re gotiye,  ‘hûn bixwazin nexwazin em ê bibirin’ li gund petrol derketiye. Ew petrol a me ye. Em li wan helal nakin. Axa me zêrîne û her tiştek tê de derdikeve lêbelê şeniyê herêmê ji vê bêparin. Petrola me, darên me didizin, gundên me wêran dikin. Dest danîne li ser axa me. Ma ev qanûn e, ma ev edelet e? Ji bo Akbelenê herkes dengê xwe bilind dike û ji bo parastina xwezaya wir xwe dikin mertal. Gelo çima heman berxwedanê ji Cudî û Gabarê re nakin? Ev nêzikatiye me xemgîn dike. Divê mirov di navbera xwezayê de dûritiyê neke. Ev xweza xwezaya me hemûyane.”   MA / Zeynep Durgut