Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan 2023-08-17 20:15:55     COLEMÊRG – Ji 24 kesên ku di 15 Tebaxê de li Coelmêrgê hatibûn binçavkirin 13 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan û tê payin ku 11 kesên mayî jî sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.    Di 15'ê Tebaxê de li Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çelê û Şemzînanê di avêtina ser malan de 24 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên bi îdiaya "endamtiya rêrxistinê" hatin binçavkirin 13 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Tê payin ku 11 kesên mayî jî sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.    13 KES HATIN BERDAN   Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Çobanoglû diyar kir ku Fatma Bûlût, Hunaf Safali, Sabriye Urek, Saadet Degîrmencî, Dûriye Bor, Senîha Geylan, Ayhan Dayan, Emîne Ozdel, Mahsûme Akin, Munîre Bayram, Hafset Fendîk, Hêvîdar Shaban Alî û Faysal Açar piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatine berdan û 11 kesên mayî jî tê payin sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.    Navê kesên di bin çavan de wiha ye: Basri Gur, Emine Ozdemir, Feride Agrali, Hamail Vural, Seher Karagoz, Suheyla Saygi, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçû, Kafiye Canan, İsmail Ertunç û Halime Yilmaz.”