Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin 2023-08-17 19:38:07   WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bertek nîşanî 24 kesên ku li Colemêrgê û navçeyên wê hatin binçavkirin dan û wiha got: "Em ser li ber we netewînin."   Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî 24 kesên ku dayikên aştiyê jî di nav de li Colemêrg û navçeyên wê Gever, Çelê û Şemzînanê hatin binçavkirin da. Di dema daxuyaniyê de pankarta "Bila zext û binçavkirin bên rawestandin, dayikên me rûmeta me ne" hat vekirin. Parlementerên Partiya Çepên Kesk, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), TÛHAY-DER, MEBYA-DER û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.     ‘DEV JI PÊKANÎNÊN KÊFÎ BERDIN’   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di daxuyaniyê de bilêv kir ku Dayikên Aştiyê yên hatine binçavkirin nexweş in û yek ji wan Fatma Dûman e ku ew rakirine nexweşxaneyê û wiha got: "Dayikên Aştiyê nûnerên herî bi qedr ên têkoşîna ji bo aştiyê ne. Ji bo pêkhatina aştiyeke rûmetyar û nerijîna xwînê têdikoşin. Em bi Dayikên Aştiyê re ne. Bi binçavkirin, girtin û zextan em paş de gav navêjin. Bila AKP-MHP demildest dev ji neheqî, nehiqûqî û kirinên kêfî berdin.’’   ‘WE ZAROKÊN ME XISTIN GIRTÎGEHAN, HÛN Ê ÎCAR DAYIKAN BIXIN GIRTÎGEHAN’   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saade Oklû jî got: "Em vê feraseta ku dayikên me binçav kirine şermezar dikin. We zarokên me xistin girtîgehan, hûn ê îcar dayikên me bixin girtîgehan? Dayikên hatine binçavkirin nexweş in. Binçavkirina dayikên me yên nexweşiyên wan hene, pir şerm e. Dayikên me demildest berdin! Em ser li ber we natewînin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana dayikan" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.