Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket 2023-08-17 13:12:04   AMED - Rojnameger Mehmet Şah Oruç li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin û ji ber şert û mercên girtîgehê nirxên şilekî yên laşê wî ketin û aloz bû. Oruç, rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê û piştî tedawiya du rojan dîsa birin girtîgehê.    Rojnameger Mehmet Şah Oruç di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû binçavkirin û di 27’ê nîsanê de hatibû girtin. Oruç, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin û ji ber şert û mercên girtîgehê, nirxên şilekî ya laşê Oruç ketîn û rewşa wî aloz bû. Li ser vê yekê Oruç ji ewil sewqî saziya tenduristiyê ya di hundirê girtîgehê de hate kirin. Piştî Oruç li qawîşa xwe vegeriyayî, dîsa nirxên şilekî yên laşê wî ketin û di danê sibehê saet derdora 04.00’an de rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê. Oruç, du rojan li nexweşxaneyê hate tedawîkirin û piştî nirxên wî sererast bûn, dîsa şandin girtîgehê. Hat zanîn ku rewşa wî niha baş e.    ‘REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ NIHA BAŞ E’    Kekê Oruç, psîkolog Recep Oruç da zanîn ku birayê wî ji ber şert û mercên nebitendurist ên girtîgehê nexweş bûye û ev tişt anî ziman: “Nikarin li girtîgehê baş bixwin û vexwin, av û hewayê paqij tune ye. Ev rewş jî rê li ber gelek nexweşiyan vedikin. Di heman demê de germahiyeke zêde heye û bandoreke giran li ser jiyana mirovan dike. Birayê min di 14’ê tebaxê de dîsa birin girtîgehê. Ez çûm serdana wî û rewşa wî baş e. Silavên wî ji bo her kesî hebûn.”   DANIŞÎNA WÎ DI 14’Ê ÎLONÊ DE YE   Îdianameya derheqê rojnameger Oruç de, bi hinceta “bêrayetiyê” ji Amedê şandin Bedlîsê. Îdianame, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin û ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê ve hate qebûlkirin. Îdianame 63 rûpel in ku ji 35 nûçeyan û parvekirinên li ser medyaya dijîtal pêk tê. Danişîna ewil a doza rojnameger Oruç dê di 14’ê îlonê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê were lidarxistin.