30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin 2023-08-17 10:29:02   MÛŞ - Aysel Ogut got ku ji bo malbata xwe ya 30 sal berê li bajarokê Vartînîsê hatiye qetilkirin li edaletê digere û wiha bang kir: “Bila kujer cezayê xwe bikişîne. Dengê min bibihîsin.”    Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de avahiya malbata Ogut a li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê hate şewitandin. Ji heman malbatê Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatibûn qetilkirin. Piştî ku Dadgeha Bilind dosya betal kirî, doza wê dîsa hat e lidarxistin. Niha jî dosya bi xetereya demborînê re rû bi rû ye. Di dozê de tenê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Li gel ku ji bo Karaoglû lêgerîna bi bultena sor hatiye derxistin jî heta niha nehatiye girtin. Tevî xetereya demborînê jî danişîna dozê taloqî 6’ê îlonê hate kirin. Aysel Ogut a ku di Komkujiya Vartînîsê de bi saxî filitî û ji parêzerên dozê Fuat Ozgul ji bo doz nekeve ber demborînê banga hestiyariyê kirin.    ‘HÊVIYA MIN NEMA YE’   Ogut, da zanîn ku ji bo vekirina dozê 10 salan têkoşiyaye û wiha domand: “Malbata min di sala 1993’yan de hate qetilkirin lê doz di 2003’yan de hate vekirin. Di vê pêvajoyê de min gelek hewl da û gelek êş kişandin. Dema doza min hatî qebûlkirin, min digot ‘edalet heye.’ Lê piştî qebûlkirina dozê bi 20 salan ez pê re mijûl bûm û niha dixwazin bikeve ber demborînê. Ez dixwazim ev kes were girtin û li dadgehê were darizandin. Ez edaletê dixwazim. Edaleta wiha nabe. Ez dixwazim ev doz li Tirkiyeyê bê çareserkirin. Heke doz biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dê bên sûcdarkirin. Hêviya min nema ye.”    30 SAL IN JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞE   Bi domdarî Ogut got ku 30 sal in ji bo edaletê têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hêj jî diçim mala malbata xwe. Demên me bi hev re derbas kirin tên bîra min. Demên berê bi bîr tînim. Her hefteyê diçim wê malê. Dema doz hatî vekirin min got ‘demek edalet heye.’ Bi salan ji bo kujer cezayê xwe bikişîne sekinîm. Parêzer pê re mijûl in û ya ku ji destê wan tê dikin. Dixwazim dengê min were bihîstin. Xwişk û birayên min hêj pitik bûn. Bêguneh bûn lê ew kuştin. Ji roja doz dest pê kirî heta niha min her tim digot dê edalet pêk bê. Lê niha xemgîn im û hêviya min nema ye. Weke bûyer nû qewimî be hîs dikim. Hemû malbata min bi hovane qetil kirin. Dijîm lê mîna miriyekî me. Min digot belkî bên cezakirin û dilê min hinek rehet bibe. Di pêvajoya dozê de min serî li gelek sazî û dezgehan da. Gelek caran çûm Meclisê û wezaretê. Çûm Enqereyê lê dengê min nebihîstin. Ez edaletê dixwazim. Ez gelek têkoşiyam lê kujerê malbata min negirtin. Heke dewletê bixwesta dê heta niha bihata girtin.”    BIRYARA GIRTINÊ DERNEXISTIN   Parêzer Fûat Ozgul jî got ku di sala 2016’an de derheqê bersûcan de biryara beraetê hate dayîn û wiha pê de çû: “Dadgeha Bilind ji hêla bersûcekî ve biryar betal kir. Piştî betalkirina dosyayê, me got ku kêmek ma ye ji bo dosya bikeve ber demborînê û ji ber ku bersûc li Tirkiyeyê ye bila biryara girtinê were derxistin. Lê dadgehê ev daxwaz red kir. Dadgehê, li gorî daxwaza bersûcî danişîna dozê da meha îlonê ku ji bo demborînê demekî kin dimîne. Bi nêzbûna demborînê re bersûcî firar kir. Tevî ku derheqê wî de lêgerîna bi bultena sor heye jî nehate girtin. Doza Vartînîsê dê weke dozeke reş di dîrokê de cih bigire. 9 kes bi hovane hatin qetilkirin. Wijdan qebûl nake ku bikeve ber demborînê. Dadgeha berê gelek xemsarî kirin. Tevî me got dê şexs bireve jî biryara girtinê nedan. Niha jî şexs revî û doz bi demborînê re rû bi rû ye.”    ‘HEKE DEWLETÊ BIXWESTA DÊ BERSÛC BIGIRTA’   Ozgul, diyar kir ku ji bo bultena sor serî li dadgehê dabûn û axaftina xwe wiha qedand: “Pêvajoyeke bi qasî 30 salan heye. Divê ji bo lêgerînê ekîbeke taybet were avakirin. Heke dewletê bixwesta dê di nava 24 saetan de bigirta. Me ji bo vê serî li dadgehê de lê qebûl nekir. Li gorî me baş li bersûcî nagerin. Di dema darizandinê de şande li gorî xwe helwestan nîşan didin. Me dît ku nêzikatiya şandeya li Kirikkaleyê diguhere. Bersûc dibêjin ‘me ji bo dewletê kir’ û kesên nêzî heman fikran jî li wan xwedî derdikevin. Lê tu aliyekî parastina vê komkujiyê nîne. Em ê pêvajoya îtîrazê li gorî biryarên dadgehê birêve bibin. Dê serî li AYM’ê bidin. Heke hewce bike dê biçin DMME’yê. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê bizane; mirov hatin şewitandin. Dayik ducanî bû û sed sal jî ser re derbas bibin dê neyê jibîrkirin. Divê ev doz wiha neyê girtin. Divê vî şexsî derxînin pêşberî dadgehê. Çi dibe bila bibe divê ev doz nekeve ber demborînê.”    MA / Bêrîvan Kutlu