Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin 2023-08-16 20:47:45   ÎZMÎR - Ji 20 kesên ku duh danê sibehê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, 19 jê hatin berdan û welatiyê bi navê Gokhan Kizil hat girtin.    Duh danê sibehê li Îzmîrê di avêtina ser malan de 20 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi hinceta pere ji xizmên xwe yên girtî re şandine hatin binçavkirin, kar û barê wan ê îfadeyê temam bû.    13 kesên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê, piştî karên îfdaeyê hatin berdan û 7 kesên li navçeya Bayrakliyê jî sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin. Ji 7 kesan 5 kes bi şertê kontrolkirina edlî û 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Ddagehê der barê 4 kesan de biryara kontrolkirina edlî da û bi giştî 6 kes berdan. Der barê Gokhan Kizil de jî biryara girtinê da.