Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin 2023-08-16 16:16:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokê bi navê Kumar Deroftade di berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê de hatibû qetilkirin û hemû endamên malbata wî îro hatin binçavkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve li Tehranê hatibû qetilkirin û li seranserî Îranê berxwedana “Jin, jiyan, azadî” hatibû destpêkirin. Zarokê 16 salî Kumar Deroftade di çalakiyan de hatibû qetilkirin. Beriya merasîma bîranînê ya li ser gora Deroftade, tevahiya endamên malbata wî hatin binçavkirin. Kumar Deroftade li bajarê Pîranşarê hatibû qetilkirin û nayê zanîn bê ka rejîmê malbata wî bi ku de biriye.    Malbatê duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê îro li ser gora Kumar Deroftade rojbûna wî pîroz bikin.