Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin 2023-08-16 15:56:47     COLEMÊRG - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez bertek nîşanî binçavkirina 26 kesên li navend û navçeyên wê da û wiha got: “Hewl didin bi binçavkirinan re welatiyan krîmînalîze bikin.”    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî binçavkirinên dawî yên li bajar daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onur Duşunmez, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    'DAYIK Û KESÊN ASTENGDAR HATIN BINÇAVKIRIN’    Parlamenter Onur Duşunmez di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li Colemêrgê her sal di 15’ê Tebaxê de bi dehan kes tên binçavkirin. Hewl didin welatiyan bi van binçavkirinan krîmînalîze bikin. Di nava kesên hatine binçavkirin de li gel dayikên me yên pîr, her wiha kesên ji hêla fîzîkî ve astengdar jî hene. Nezaretxane ji bo şert û mercên tenduristiyê guncav nînin. Heke bang li van kesan bihata kirin, jixwe dê biçûna îfade bidana. Lê di sersibehê de bi ser malên wan hate girtin û hatin binçavkirin.”    Duşunmez, axaftina xwe wiha qedand: “Ev binçavkirin, derhiqûqî ne. Mercên fîzîkî guncav nînin û nezaretxane hîjyenîk nînin. Lewma ev rewş, îşkence ye. Nayê qebûlkirin ku dayikên pîr, dayik bi operasyonên serê sibehê bên binçavkirin. Em dizanin ku dê tu lêpirsîn neyên destpêkirin. Ev operasyon tam di 15’ê Tebaxê de hate lidarxistin. Anku hewl dan welatiyan krîmînalîze bikin. Di her 15’ê Tebaxê de welatî tên binçavkirin û piştre tên berdan.”    Piştî axaftina Duşunmez, welatiyan dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin.