Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin 2023-08-16 12:56:14   RIHA - Ji heman malbatê 30 kesan li navçeya Pirsûsê êrişî dikanekê kirin. Di encama êrişê de esnaf Mûstafa Subaşi û hevjîna xwe û 4 zarok wan hatin birîndarkirin.    Li dijî dikana esnafê bi navê Mûstafa Subaşi ya li ser Cadeya 11 Nîsanê ya li Taxa Sarayalti ya Pirsûsa Rihayê êriş hate kirin. Di encama êrişê de yek jê giran bi giştî 6 kes birîndar bûn. Li gorî îdiayê; şerê di navbera zarokan de dest pê kirî mezin bû û malbat jî bi şer çûn. Ji malbata Dîrîk nêzî 30 kesan êrişî dikana Mûstafa Subaşi kirin. Di şer de kêr û hesin hatin bikaranîn. Di encama êrişê de Mûstafa Subaşi bi giranî birîndar bû, du kurên wî, keça wî û hevjîna wî jî sivik birîndar bûn.    Piştî mudaxileya ewil, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li gel ku dîmenên êrişê hebûn jî heta niha tu kes nehatiye binçavkirin. Hat zanîn ku avahiya emniyeta navçeyê 300 mîtroyan ji cihê bûyerê dûr e lê heta êriş bi dawî nebûy polîs nehatin cihê bûyerê.    Malbata Subaşi, bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê giliyê endamên malbata Dîrîk kirin.