‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’ 2023-08-16 09:34:55   SÊRT - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a têkildarî birîna daran a li herêma Bestayê û şewatên daristanan axivî, wiha got: “Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.”   Darên maziyê yên li qada daristanî ya herêma Besta ya navçeya Berwarî ya Sêrtê û li gundê Omnyanis ê di nava sînorên herêmê de ye ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Li aliyê din ji ber şewatên di dema birîna daran de derdikevin holê qadên daristanî zirarê dibînin. Şewata herî dawî duh li gundê Madran ê navçeya Hawêlê derket piştî 15 saetan hate vemirandin. Hate diyarkirin ku şewata behsa wê hatiye kirin, di dema birîna daran de dema bêhn hatiye vekirin, îzmarîta cigarê avêtine rex xîzara bi mazotê dişûxile û şewatê wisa dest pê kiriye.    Darên li herêmê di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de tên birîn li kamyonan tên barkirin. Wisa ye ku cerdevan û leşker dîmenên ku di dema birîna daran de dikişînin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve dikin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş ku birîna daran û herêma şewat lê derketibû lêkolîn kir, talana xwezayê û mexdûriyeta gundiyan vegot.    ‘PÊŞKEŞÎ CERDEVANAN HATIN KIRIN’     Saritaş, ku bi şandeyeke ji rêveberên navend û navçeyê yên Partiya Çepên Kesk pêk dihat re serdana gundên Sanuh, Hêşeta Bêre Spî, Ewrex û Omyanisê kir, wiha got: “Bi taybetî darên maziyê tên birîn. Darên tên birîn li kamyonan bar dikin û dibin navenda Sêrtê. Besta pêşkeşî cerdevanan hatiye kirin, bi awayekî keyfî dar tên birîn.    ‘DITIRSIN KU JI GUNDÊN XWE BÊN DERXISTIN’    Saritaş, bi lêv kir ku gundiyên li herêma Besta gelek pirsgirêkan dijîn û anî ziman ku li Sêrtê mafê jiyanê yê gel jî tê binpêkirin. Saritaş, da zanîn ku leşker û cerdevan li herêmê zextan li gundiyan dikin û diyar kir ku beriya serdanê leşkeran zext li gundiyan kirine ku neaxivin. Saritaş, got ku gundî ditirsin ku ji gundên xwe bên derxistin û wiha axivî: “Mirov ditirsin ku biaxivin.”   ‘DIXWAZIN BÊ MIROV BIHÊLIN’    Saritaş, da zanîn ku li gundê Omyanis ê herêma Bestayê zêdeyî 100 mal hebûn, lê ji ber zexta dewletê 12 mal mane û anî ziman ku gundî ji ber ava paqij heta xizmeta kanalîzasyonê û xizmeta rê gelek pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: “Dixwazin wê herêmê bê mirov bihêlin. Dibe ku weke salên 1990’î bi şewitandinên gundan bi darê zorê dernaxînin lê ji wan re cihê jiyanê nahêlin û neçarî koçkirinê dikin. Heke pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, şewat, birîna daran, pirsgirêka avê û rê bê çareserkirin, mirov dixwazin li gundên xwe bijîn.”   Saritaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatiyek dixwaze nexweşê xwe bibe bijişkî lê ji ber rê girtî ye nikare bibe. Piştî ku têkildarî vê dîmen dikişîne û parve dike got ku ’46 saetan di bin çavan de mam’. Li gundên din jî heman rewş heye. Heman zordarî û zilm didome. Kesên dengê xwe derdixîne bi zextan re rûbirû dimîne.”   ‘FAŞÎZM TÊ PÊKANÎN’    Saritaş, destnîşan kir ku xwezaya Kurdistanê bi birîna daran û şewatan tê talankirin û wiha pê de çû: “Di çarçoveya Plana Çokdanînê ya di sala 2014’an de xistin dewrê de ‘polîtîkaya koçkirinê’ jî xistin dewrê. Li Kurdistanê gel rastî polîtîkaya tecrîd û koçê tê kirin. Faşîzm tê pêkanîn. Polîtîkaya bêmirovbûn û bêdengiyê tê pêkanîn.”   Saritaş, diyar kir ku ji bo xwezaya gel têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd dixwazin di nav xwezaya xwe de bi mafên xwe weke mirovan bijîn. Divê piştgiriya têkoşîna vî gelî bê kirin û ji dengê wan re bibin deng.”