Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye 2023-08-16 09:06:03   STENBOL - Rojnamevan Fehîm Taştekîn, diyar kir ku Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad bi gotina hevdîtina bi şert a bi Tirkiyeyê re peyamekê hem dide Erdogan hem jî dide Pûtîn û anî ziman ku hevdîtina gengaz dê “senaryo” be.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Serokkomarê AKP’î Erdogan di demên dawî de ji bo bi Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad re têkiliyan normal bike li firsendekê digere. Li dijî daxwaza Erdogan ê ku bi dayîna her cure piştgiriya rêxistinên selefî yên cîhadîst ku di kûrbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rol lîstin, di şer de roleke mezin lîst, Esad şertê “vekişîna leşkerên tirk a ji Sûriyeyê” derxist pêş. Wezîrên Parastinê û Karên Derve yên her du welatan herî dawî di meha gulanê de li hev kirin ku ji bo başkirina têkiliyan “nexşerêyekê” bi afiranînin.Lê belê bernameyeke teqez nehate diyarkirin. Herî dawî hefteya borî Esad got ku ew ê di nav şertên Erdogan dixwaze de hevdîtinê pêk neîne. Esad ê ji qenala Sky News Arabiya re axivî, wiha got: “Nabe ku hevdîtin di nava şert û mercên Erdogan de be.”   Nivîskarê Rojhilata Navîn rojnamevan Fejîm Taştekîn, qonaxa heyî ya têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de, axaftinên serokên dewletan û ev geşedan dê bandoreke çawa li kurdên ku li herêmê hêzeke bi bandor in bike nirxandin.    ÇIMA ALÎ NIKARIN BIGIHIN ENCAMEKÊ?   Taştekîn, diyar kir ku li Moskowayê di bin navbeynkariya Rûsyayê de ji bo di têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de asayîbûn pêk were rêze hevdîtin hatine kirin. Taştekîn anî ziman ku sedema ku ev hevdîtin negihîştine encamekê ew e ku Tirkiye leşkerên xwe û komên destekê didin wan ên li herêmê venekişandiye û bi lêv kir ku Erdogan naxwaze qala rewşa destpêkê ya bingehîn bike. Taştekîn ê rewşa destpêkê ya bingehîn zelal kir wiha got: “Tirkiye dibêje ‘axaftina li ser leşkerên min xeta min a sor e’ Esad dibêje, ‘tu dagirker î, heta ku ez vekişînê garantî nekim ez nakevim tu hevdîtinan’.    ‘HEVDÎTINEKE GENGAZ SENARYO YE’    Taştekîn, bal kişand ser ku Erdogan dixwaze dagirkeriya li Sûriyeyê rewa bike û destnîşan kir ku Esad fikrên xwe yên der barê Tirkiyeyê de bi gotina “Çavkaniya terorê ya li Sûriyeyê Tirkiye ye” datîne holê.  Taştekîn, bi lêv kir ku Erdogan xwe dispêre zextê ku Pûtîn kirine û wê bike û bal kişand ku Esad bi axaftina xwe ya dawî re hem peyamek da Erdogan hem jî da Pûtîn. Taştekîn, diyar kir ku pêşengtiya Rûsyayê ew e ku bêyî şert û mercên pêşwext hevdîtin bi Tirkiyeyê re bê kirin û wiha berdewam kir: “Esad jî Tirkiyeyê nas dike û stratejiya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin di dawiya dawî de garantiya bernameyekê nade. Sûriye dixwaze formuleke bernameya ku vekişîna Tirkiyeyê gav bi gav di van qonaxan de li pêş çavan be. Gelo dê ev bername were pêşxistin an na, girêdayî hevdîtina Erdogan û Pûtîn e. Muzakereyeke di çarçoveya vê demê de wê pêkan bûya, lê bi dîtina min ev senaryoyeke gengaz e.”   DI KONJONKTURA ROJHILATA NAVÎN DE POZÎSYONA KURDAN’    Taştekîn, got ku her ku konjonktura Rojhilata Navîn biguhere, pozîsyona kurdan jî diguhere û anî zima ku her ku Rûsya û dewleta tirk nêzî hev bibin, kurd tên paşguhkirin. Taştekîn bi bîr xist ku Rûsyayê beriya niha formuleke nerm ku di nav de naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di warê avadaniya çandî û xweseriyê de anî ser maseyê û wiha pê de çû: “Rûsyayê niha ev yek bi temamî ji bîr kiriye û li noxteyeke ku ji Rêveberiya Xweser re dibêje, ‘bi Şamê re rûne, li hev bike, bi artêşa Sûriyeyê re di nava şert û mercên Şamê de bi hev re tevbigere’. Rûsan ji cihê ku Tirkiyeyê gotiye dest bi gotinên li ser kurdan kirine.”   Taştekîn diyar kir ku piştî civîna NATO'yê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê nerm bûne û Amerîka û Sûriye gav bi gav ji helwestên ku dê Tirkiyeyê aciz bikin ditirsin û bi lêv kir ku her çiqas Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan êrişên xwe zêde kiribin jî Amerîka tiştek nekiriye. Taştekîn, da zanîn ku hevkariya leşkerî ya Amerîkayê ya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi kurdan re dewam dike û destnîşan kir ku ew naxwaze vê yekê bikişîne bingeheke siyasî.    ‘LI DIJÎ KURDAN WÊ GUHERTINÊN CIDÎ ÇÊBIBIN’    Taştekîn diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi cihkirina milyonek penaberên li Efrînê re hewl dide mudaxileya avaniya demografîk a li herêmê bike û wiha lê zêde kir: “Ev yek wê li dijî kurdan guhertineke cidî çêbike. Nêzîkatiya emerîkiyan tê wê wateyê ku têra xwe prîm dane Tirkiyeyê. Lê ya girîngtir, emerîkî hemû noqteyên hevpar ên li rojhilatê Firatê diguherînin. Ji ber ku xwe amade dike ji bo pêşî li derbasbûna milîsên Îranê û herikîna çekan bigire, li herêmê operasyonê bike. Amerîkayê dixwest bi kurdan re operasyonê pêk bîne. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev qebûl nekirin. Ji ber ku naxwazin bi Sûriye û Îranê re şer bikin.”   ‘SIYASETA ÇOKDANÎNÊ DI DEWRÊ DE YE’    Taştekîn destnîşan kir ku armanca yekem a dewleta tirk qutkirina piştgiriya Amerîkayê ya ji bo kurdan e û armanca wê ya duyemîn jî plana ku Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bibe cihgira Amerîkayê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di operasyonên li dijî Minbic û Reqayê de Tirkiyeyê xwest Amerîka bi OSO’yê re tevbigere, ne bi kurdan re. Armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser sînordar bike û têkiliya Amerîkayê ya bi kurdan re bi dawî bike. Tirkiye dixwaze li ser siyaseta çokdanînê bi pêş ve biçe”   MA / Esra Solîn Dal