Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin 2023-08-15 12:51:32 BEDLÎS - Li gundê Peyîndasê 8 şênî hatibûn binçavkirin û dozgeriyê 5 roj piştre dest bi girtina îfadeyên wan kir.    Di 10'ê tebaxê de li çoltarê gundê Peyîndas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derketibû û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran, di dema operasyonê de bi ser gundê Peyîndasê de girtin û 8 gundî binçav kirin.     Gundiyên bi navên Serkan Îpek, Kerem Arvas, Heybet Çelîk, Velî Çelîk, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Garîp Îpek û Hîkmet Tedbîrlî ên ev 5 roj bûn li qerekolên leşkerî dihatin ragirtin. Piştî îfadeyên li qereqolê jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Karûbarê îfadegirtina li dozgeriyê dest pê kir.     Herwiha gundiyên bi navên Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas jî ji roja ewil a operasyonê heta niha winda ne û tu agahî jê nayên girtin.