Rojnamevan Şahîn qeza kir 2023-08-14 21:19:03 RIHA - Wesayîta ku rojnamevan Mehmet Şahîn, keça wê Cansû Şahîn û neviyên wî tê de bûn qeza kir. Keça Şahîn a di encama qezayê de birîndar bû, wergirtin emeliyatê.    Rojnamevan Mehmet Şahîn û malbata wî li ser rêya bêjahiyê ya Pirsûs-Bêrecûkê qezaya trafîkê derbas kir. Şahîn ê ji Mêrsînê diçû Amedê, li ser rêyabêjahiyê ya Pirsûs û Bêrecûkê li wesayîteke din da. Hate zanîn ku sedemê qezayê bi hinceta “nûkirina rê” rêya cot şerît daxistine yek şerîtê ye. Ambûlansên ji ber qezayê hatin cihê bûyerê, Şahîn, keça wî Cansû Şahîn û 3 zarokên wê yên biçûk birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a li navenda Rihayê.    Şahîn û neviyên wî qeza bi sivikî derbas kirin. Keça Şahîn Cansû Şahîn bi hinceta xwîn ji xalxalka wê hatiye wergirtine emeliyatê. Emeliyata Şahîn didome.