Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya 2023-08-14 19:19:43   BEDLÎS - Wergirtina îfadeyên gundiyên li gundê Peyîndasê hatibûn binçavkirin û 4 roj in di bin çavan de ne qediya. Tê payîn ku gundî dê sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.    Di 10'ê tebaxê de li gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derket û piştre jî operasyon hate destpêkirin. Piştî operasyonê leşkeran bi ser malên gund de girtin û 8 gundî binçav kirin. Wergirtina îfadeyên Serkan Îpek, Kerem Arvas, Heybet Çelîk, Velî Çelîk, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Garîp Îpek û Hîkmet Tedbîrlî yên li navçeya Tetwanê li qereqolên leşkerî yên cuda tên ragirtin qediya. Tê payîn ku gundiyên hêj di bin çavan de ne sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.    Derbarê aqûbeta Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas ên winda ne de jî tu agahî nehatin bidestxistin.