Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-08-14 13:26:01 STENBOL - Bi hinceta nûçeya “Li Şaredariya Artukluyê ya AKP’î hewza bertîlê”, derheqê Xwediyê Îmtîyazê yê ajansa me Ferhat Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta nûçeya “Li Şaredariya Artukluyê hewza bertîlê” ya ajansa me, derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me de lêpirsîn da destpêkirin. Rojnameger Çelîk, di çarçoveya lêpirsînê de li Qereqola Polîsan a Ferîkoyê de îfade da.    Çelîk, di îfadeya xwe de got ku îdiayên behsa xeberê hêjayî nûçeyê ne û çêkirina nûçeya wê sûc nîne.