Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e 2023-08-14 13:07:01   AMED - Li gundê Qerhêta ya navçeya Çinar a Amedê ev 4 roj in ceyran nayê dayîn.    Şîrketa Anonîm a Firotina Perakende ya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta deynên sondajê, di 11’ê tebaxê de ceyrana Taxa Qerhêta yê Çinar a Amedê ku 100 mal lê hene birî. Komên DEDAŞ’ê li gel cendirmeyan ketin taxê û welatiyên li dijî birîna ceyranê derketin derb kirin.    Şêniyên gund diyar kirin ku tenê deynê çendek malan hene û ji ber ku cezayeke zêde hatiye birîn, nikarin deynên xwe bidin. Ji ber deynê çendek malbatan ku rewşa wan a aborî nebaş e, tevahiya gund hatiye mexdûrkirin.    JI DEDAŞ’Ê ÎDIAYA BIKARANÎNA QAÇAX   DEDAŞ’ê têkildarî mijarê daxuyanî da. DEDAŞ’ê têkildarî bûyerên di dema desteserkirina trafoyan de qewimîn dîmen û wêne parve kir û îdia kir ku gundiyan ceyrana qaçax bi kar anîne. Bi domdarî wiha hate gotin: “Di dema dîtina trafoyên qaçax û desteserkirina wan de cendirmeyan tevdîrên ewlehiyê yên xurt girtin. Di vê navberê de xwediyên trafoyên qaçax û hinek şêniyên gund bi keviran êrişî xebatkarên DEDAŞ’ê û cendirmeyan kirin. Xebatkarên me hemû trafo kom kirin.”    Li gundên Qerhêta û Barê yên Çinarê bi îdiaya “qaçax in” 13 trafo hatin desteserkirin.