Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da 2023-08-14 12:18:36   STENBOL - Di encama teqîna li sîloyên TMO’yê yên Derînceyê de ji karkeran Elîf Dayioglû birîndar bûbû. Dayioglû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Li sîloyên Ofîsa Berhemên Axê (TMO) yên li navçeya Derînce ya Kocaeliyê teqînek çêbûbû û ji karkeran Elîf Dayioglû bi giranî birîndar bûbû. Dayioglû, îro jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2’yan û 4 kes jî niha li Nexwexşaneya Bajar a Kocaeliyê tên dermankirin.    ÇI BÛBÛ?    Di 7’ê tebaxê de li sîloyên TMO’yê ya li navçeya Derînce ya Kocaeliyê teqînek çêbûbû. Di teqînê de 3 jê giran bi giştî 12 welatî birîndar bûbûn. Ji 60 sîloyên TMO’yê 13 jê ji  teqînê bibandor bûbûn. Ji birîndaran 6 jê hatibûn tabûrcukirin. Ji welatiyên bi giranî birîndar bûbûn Ekrem Kalkan di 9’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da û Elîf Dayioglû jî îro li Nexweşxaneya Bajar a Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da.