Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin 2023-08-14 12:13:27   AMED - Di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de ku hêj berdewam in, Veysel B., Zîlan D., Arzel K. û Berdan Ç. jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dibe ev hejmar zêdetir bibe.    Hat zanîn ku lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin û ji bo lêpirsînê biryara “nepeniyê” hatiye dayîn.    Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî derbasî Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê hatine kirin.