Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin 2023-08-14 11:53:52   ENQERE - Girtî Mehdî Baştîmur ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, parastina xwe bi kurdî kir. Lê parastina Baştîmûr bi hinceta “bi awayekî eşkere hatiye tespîtkirin ku bi tirkî dizane” nehate qebûlkirin.    Girtiyê bi navê Baştîmûr li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Bi hinceta dirûşm berz kiriye, derheqê Baştîmûr de lêpirsîna disiplînê hatibû destpêkirin. Baştîmûr, di çarçoveya lêpirsînê de parastina xwe bi kurdî kir. Lê belê daxwaznameya behsa xeberê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehat qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn ku dibêje “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe ve yekpare ye. Zimanê wê bi tirkî ye” weke hinceta biryara xwe nîşan da.    Di hincetê de wiha hate gotin: “Dema dosya hatî lêkolînkirin derket holê ku daxwaznameyên we yên bi tirkî ku we ji midûriyeta saziyê û meqamên fermî re şandin hene. Bi vê yekê re hatiye tespîtkirin ku tirkiya we ewqas baş e ku hûn daxwaza xwe bi tirkî vebêjin.” Bi vê hincetê jî parastina bi kurdî hate redkirin.    WEKE KU MAFÊ XWE YÊ PARASTINÊ BI KAR NE ANÎ TÊ HESIBANDIN    Rêveberiya girtîgehê got ku heke parastina xwe ya bi tirkî û nivîskî heta dîroka hatiye diyarkirin radest neke, dê Baştîmûr weke “ji mafê xwe yê parastinê lêve bûye” were hesibandin. Baştîmûr, jî bi rêya parêzerê xwe got ku rewşa heyî her tim tê dubarekirin. Baştîmûr ev agahî dan: “Kesên parastina xwe bi tirkî nakin weke ‘parastina xwe nekiriye’ tên qebûlkirin û ceza lê tê birîn. Daxwaza me ya ji bo wergêr jî tenê ji hêla hinek dadgeriyan ve tê qebûlkirin lê gelemperî nayê qebûlkirin.”