Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn 2023-08-14 11:28:29   AMED - Şêniyan gundan diyar kirin ku sewata li daristanên gundên Liceyê derketî û heta ber bi jîngehan ve belav bûyî bi derfetên xwe vemirandine û gotin ku divê zû mudaxileyî şewatan bê kirin.    Çendek roj berê di saetên serê sibehê de li gundên Entax, Gom û Bamitnî yên Lice ya Amedê şewat derketibû û şêniyên gund bi derfetên xwe vemirandibûn. Di nava meha dawî de cara sêyemîn e li heman herêmê şewat derdikeve. Şandeya bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo lêkolînê çû cihê şewatê. Di dema lêkolînê de bi şêniyên gundan re hevdîtin hatin kirin. Şêniyan got ku li gelek deveran fotokapan hene lê rayedaran dereng mudaxileyî şewatê kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku wesayîtên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê sewqî herêmê hatine kirin jî demekî kin piştre ava di depoya wan de xelas bûye.    Şêniyên gund gotin ku dereng mudaxileyî şewatê hatiye kirin û mudaxileyeke baş nehatiye kirin. Di encama şewatê de ziyan gihişte maleke li goristana gundê Gomê û maleke li gundê Entaxê.    ME BI ŞAXÊN DARAN MUDAXILE KIR    Ji şêniyên gundê Entaxê Emîn Yaylik cara ewil şewat ferq kir û di dema vemirandina şewaê de destên wî birîn bûne. Yayli, wiha got: “Em serê sibehê saet derdora 10.00’an de bi şewatê hesiyan, tavilê li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi herêma şewatê ve çûn. Lê ji ber ku av tune bû, me nekarî tiştekî bikin. Me hewl dida bi şaxên daran agirî vemirînin. Lê ev bi têrî nedikir. Dema me digot vaye êdî vedimire, ji nişka ve hewa dihat û dîsa gur dibû. Heke koma agirkujiyê zû bi hawara me bihata, dê me zûtir vemirandibûya.”    ‘HEKE KOMA AGIRKUJIYÊ ZÛ BIHATA DÊ ŞEWAT BELAV NEBÛYA’    Bi domdarî Yaylik got ku tîmên agirkujiyê saetek piştre hatine û ji ber ku şewat berfireh bûbû, nekarîn bikevin qadê. Yaylik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li rexê rê mudaxele kir. Piştre jî kemçe hat û ji bo wan rê vekir. Heta ew hatin, agir ji xwe belav bûbû û me jî bi zorê xwe xelas kir. Dema me hewl dida agirî vemirînin, destên me şewitîn. Me bi darê zorê xwe ji hundir xelas kir. Dema gir gihiştî çiyayî jî êdî ji kontrola me derket. Weke ku hûn dibînin, hêj niha jî dû ji çiyê bilind dibe. Ya ku ji destê me hatî me kir. Heke tîmên agirkujiyê hinek zûtir bihatina, hêj agir belav nebûyî dê me bikariya vemirînin. Ava me tune bû lewma me hewl dida bi şaxên daran vemirînin.”    LI HEMAN CIHÎ CARA 3’YAN E ŞEWAT DERDIKEVE    Di berdewamê de Yaylik destnîşan kir ku li heman herêmê di demên berê de jî şewat derketine û ev tişt anî ziman: “Di vê şewatê de ne tenê daristan, ziyan gihişte malan jî. Du malên xizmên me şewitîn û ziyaneke mezin gihişte wan. Ji ber ku ne tenê mal lê boriyên ji bo avdanê kiribûn jî şewitîn. Çêrgehên sewalên me jî şewitîn. Ev halê me yê her sal e. Îsal cara sêyemîn e şewat derdikeve. Yên beriya vê zûtir hatibûn vemirandin. Em nizanin bê ka şewat çawa derdikevin. Di dema derketina şewatan û piştre de em kesekî nabînin lewma nikarin tiştekî bibêjin. Cihên şewat lê dest pê kirin nêzî rêyê ye.”    ŞEWAT HÊJ DIDOME    Welatiyê bi navê Niyazî Hantaş jî bi lêv kir ku zû mudaxileyî şewatê nehatiye kirin û wiha derbirî: “Me hewl da mudaxileyî şewatê bikin lê bi hêza mirovan me nekarî pêşî li ber belavbûna wê bigirin. Tîma agirkujiyê hat lê dereng hat. Kesên ji midûriyeta daristanan hatin. Ew jî çendek saet piştre hatin. Me bi saya gundiyên me û şêniyên gundên derdorê mudaxile kir. Lê evqas ji destê me hat. Em nizanin  şewat ji ber çi derketiye. Me şewat, bi şev saet derdora 08.30’an vemirand. Lê belê di saetên serê sibehê de dîsa dest pê kir û belav bû. Hêj niha jî li hinek cihan didome.”    Li cihê şewatê xebatên sarkirinê nayên kirin lewma hêj niha jî li deverên çiyayî dû bilind dibe.    Şêniyên gundan bang kirin ku di dema şewatan de mudaxileyeke bibandortir û zûtir were kirin.