ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-14 09:00:20 * Li Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyên zozanan sewalvanî hatiye asta qedandinê.  * Înfaza girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 6 mehan hate taloqkirin.    * Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça ya pirsgirêkên seferên balafiran ên li Balafirgeha Amedê qewimîn birin Meclisê wiha got: “Em dizanin ev der ji bo endustriya şer were domandin weke baregehekê tê bikaranîn. Li ser herêma Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn.”   * Parazvanên mafên mirovan ên li Edeneyê 2 hefte ne bi êrişa polîsan tên binçavkirin, diyar kirin ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin wê çalakiya xwe bidomînin.   * Parlamenterê DEP’ê yê demê Sirri Sakik ku di dema Komkujiya Dîgorê de bi şandeyê re çûbû herêmê da zanîn ku li dijî kurdan bi hezaran êriş hatin kirin lê faîlên wan tu caran nehatin girtin û darizandin.    * HDP û Partiya Çepên Kesk dê bi boneya 30’emîn Komkujiya Dîgorê li navenda navçeyê daxuyaniyê bidin. (11.00)