Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan 2023-08-13 22:16:27   COLEMÊRG - Gundiyên diyar kirin ku şewata li gundê Marûnisê derket û mudaxile lê nayê kirin, her ku diçe belav dibe û dan zanîn ku şewat gihiştiye gundê Keha.    Şewata ku li derdora sûlava Qewalê ya li gundê Marûnisê yê Colemêrgê derket, çend roj in mudaxile lê nayê kirin û bersiva banga gundiyan nayê dayîn.    Piştî ku şewat îro gihişt gundê Keha, tîmên agirkujiyê yên Colemêrgê bi awayekî qismî mudaxile kirin. Hate zanîn ku her çiqas baskê şewatê yê gihiştiye gundan hatibe vemirandin jî hêj mudaxileyê şewata li qada çiyayî nehatiye kirin.