Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir 2023-08-13 21:04:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk seyrangeha Gulê ya navçeya Pêncwênê bombebaran kir.   Li gor nûçeya Rojnewsê, derdora saet di 16:30’an deBalafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk seyrangeha Gulê ya navçeya Pêncwên bombebaran kir. Li gor zanyariyan tu ziyanek canî û madî çênebûye.   Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku liv û tevgera balafirên keşfê didome.    Hêjayî bibîrxistinê ye di nava 6 rojên dawî de ev êrişa pêncemîne ku dewleta tirk bi balafirên biçek û bê mirov li sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêk tîne.