Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin 2023-08-13 20:00:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Til Hemîsê bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tecrîda dermirovî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rawestînin.   Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bi hevkariya meclisên bajarokên Til Ehmed, Ceza, Ekaz û Ebû Cirn çalakiya konvedanê li qada navenda çandê ya li rojhilatê navçeyê li dar xist.   Di çalakiyê de hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalib El Sedûn axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev çalakiya me, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."   El Sedûn da zanîn ku fikra Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd lê belê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê fikreke ronakbîrî ye û wiha domand: "Têkoşîna Rêbertî ne tenê ji bo azadiya gelê kurd e, lê belê ji bo tevahî gel û mirovahiyê vejînek e. Ramana wî pêşerojeke geş ji her kesî re xêz kir. Ev fikr ji tevahî dozên Rojhilata Navîn re, çareseriya bingehîn e."   El Sedûn diyar kir ku fikra Abdullah Ocalan xizmetî tevahî cîhanê dike, projeya wî ya ku xwe li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, nîşaneya vê yekê ye.   'EM LI WELATÊ XWE LI BER XWE DIDIN'    Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef jî wiha axivî: "Em îro li vir in û ji cîhanê re eşkere dikin ku em li welatê xwe li ber xwe didin, serî natewînin, xemsar nabin û vîna me naşike. Em azad hatin dinê, xak, rûmet û rêberê xwe diparêzin."   Endama Kongra Star a Til Hemîsê Efer El Casim jî wiha got: "Çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me ye ku dewleta tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk lê ferz kiriye. Lê berovajî wê em ê têkoşînê li hember planên dewleta tirk a dagirker bilind bikin, li ser rêça şehîd, felsefeya Rêbertî bimeşin."   Efer axaftina xwe wiha domand: "Armanca fikra Rêbertî avakirina civakeke exalqî, polîtîk û demokratîk e da ku wekhevî di navbera mêr û jinan de pêk bê. Armanca wê, şikandina zihniyeta baviksalarî ya şerê jinan dike û azadiya qeyd dike."   'FIKRA RÊBERTÎ BANDOREKE ERÊNÎ LI HERÊMÊ KIR'    Endamê rêveberiya PYD′ê ya Til Hemîsê Hiyal El Xiwêr sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha anî ziman: "Dewletên dijberî fikra Rêber Abdullah Ocalan komployeke mezin li dijî wî pêk anîn. Tişta dewleta tirk a dagirker li dijî Rêbertî di girtîgehê de dike, li dijî prensîbên mafên mirovan e. Em gelê herêmê vê yekê red û şermezar dikin."   El Xiwêr anî ziman ku ramana Abdullah Ocalan bandor li herêmê û cîhanê kir û wiha pê de çû: "Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhartineke erênî çêbû. Fikra Rêbertî bandoreke erênî li herêmê û cîhanê kir. Ew fikir çareya yekemîn a yekitiya pêkhateyan e."   ‘ROLA FELSEFEYA OCALAN A DI PÊKANÎNA YEKITIYA EŞÎRÊN EREBAN DE GELEK E’    Li ser navê rûspiyên eşîrên ereban ên Til Hemîsê Mihemed El Hesen axivî û bal kişand ser rola mezin a fikr û felsefeya Abdullah Ocalan di pêkanîna yekitiya eşîrên ereban li herêmê de û wiha got: "Em, li dijî komployên navneteweyî yên dikevin xizmetî dewleta tirk sekn û piştgiriya xwe bi Rêbertî re nîşan didin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ku li dijî dewletên hewl didin vîna gelên azadîxwaz bişikînin, disekinin."   BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KIR   El Hesen bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kirin sûcên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, rawestînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku Rêbertî berdin. Em soz didin ku çiqas hêzên paşverû û faşîst hewl bidin Rêbertî bi awayekî fîzîkî ji me bi dûr bixin, em ê li ser şopa wî bimeşin."   Di dawiya çalakiyê de beşdaran soz da ku li ser şopa şehîdan bin û heta dawiyê li rex Rêber Abdullah Ocalan bin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê têkoşînê mezin bikin. Her wiha rave kirin ew piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin.