Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e 2023-08-13 18:55:04   AMED - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak a xwişka xwe winda kir, spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ew di roja wê ya xemgîn de bi tenê nehiştin kirin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û yekitiya li dijî êrişên li ser gelê kurd.   Xwişka siyasetmedara kurd Gulten Kişanak, Zeynep Ozer ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. Gulten Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Kandirayê dihat ragirtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe bibe anîbûn Xarpêtê. Kişanak bi rêya malbata xwe spasiyên xwe pêşkeşî gelê kurd û hevrêyên wê yên ew bi tenê nehiştin kirin.    Kişanak, a 7 sal in girtî ye, spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ji ber wefata xwişka wê ew tenê nehiştin kirin û wiha got: “Ez ji dil spasiya kesên em tenê ne hiştin, di serî de gelê kurd, rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, hevrêyên me, hogirên me û gelê me yê wefakar ku êşa me parvekirin dikim. Di demeke ku êrişên li ser gelê kurd zêde dibin de ji bo ku têkoşînê bi hev re bihûnin, xurtkirina piştevaniyê jê veneger e. Ez careke din spasiyên xwe pêşkeşî her kesên ku ji bo piştevaniyê li her qadê belav bike dikim.”