Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin 2023-08-13 18:00:46   COLEMÊRG - Pêşiya çemê ku li mezraya Îsyan a gundê Bêruh a navçeya Rûbarokê diherike, bi qenala ku leşkeran kolan hate girtin. Gundiyên ku nikarin xwe bigihînin avê, nikarin ji bo çandiniyê avdanê bikin.    Pêşiya çemê ku li mezraya Îsyan a gundê Bêruh a navçeya Rûbaroka Colemêrgê diherike, bi qenala ku leşkeran kolan hate girtin. Piştî ku ava çem hate birîn gundiyên ku nekarîn avê bidin sewalên xwe, di heman demê de avdana çandiniyê jî nikarin bikin.    Gundî ji ber qedexekirina derbaskirina qenalê û çerandina sewalan a di bin qenalê de zehmetiyan dikişînin.