Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar! 2023-08-13 09:52:34   COLEMÊRG - Li Şaredariya Geverê ya di bin rêveberiya qeyûm de, endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’î, rêveberên AKP’î û xizmên wan di bin navê “mulaqatê” de girtin kar.    Şaredariya Geverê ya di bin rêveberiya qeyûm de, beriya Hilbijartina Giştî ya 14’ê Gulanê 40 kes girte kar. Piştî hilbijartinê qeyûm dîsa ragihand ku dê karkeran bigire kar. Bi rêya Şîrketa Anonîm a Şaredariya Geverê ji bo şaredariyê îlana karker-ajokaran hate dayîn. Di encama nirxandina serlêdanan de 13 jê esîl û 7 jê cihgir bi giştî 36 kes girtin kar. Gelemperiya kesên girtin kar jî xizmên rêveberên AKP’iyên bajar û navçeyê, endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’î û xizmên cîgirên qeyûman bûn. Qeyûm ji 26 kesan 4 jê bi KPSS’ê, yên din jî gelemperî bi rêya “mulaqatê” girte kar. Hat zanîn ku 9 kes weke xebatkarên buroyê û 12 kes jî weke ajokar girtiye kar. Nehat zanîn bê ka 11 kesên din ji bo kîjan karî hatine qebûlkirin.    CÎGIRÊ QEYÛM BIRAYÊ XWE GIRT KAR    Xwişk-birayên rêveberên di rêxistina AKP’ê ya navçeyê de cih digirin, endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’î û xwişk û birayên kesên ji hêla qeyûm ve li amirtiya saziyê ya şaredariyê hatine tayînkirin jî girtin kar. Hinek kesên girtine kar ev in; birayê cîgirê qeyûm Fevzî Yildirim ê bi navê Siddik Yildirim, biraziyê wî Kenan Yildirim û birayê Midûrê Darayî Haşir Tekçî yê bi navê Îslam Tekçî.    ŞAREDARÎ VEGUHERÎ RÊXISTINA AKP’Ê YA NAVÇEYÊ    Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê Mucahît Sagkol li gel ku endamê Meclisa Şaredariyê jî ye girtin kar. Keça Serokê MHP’a Geverê yê berê Tahir Oztepe ya bi navê Sevgul Oztepe û xwişka yek ji endamên damezirînerên rêxistina AKP’a Geverê Burhan Yaşar ê bi navê Ersîn Yaşar jî lgirtin kar. Birayê keyayê Îpekyoluyê Mûrat Balîn ku bi alîgirtiya xwe ya AKP’ê tê naskirin ê bi navê Emîrhan Balîn, keça endamê Meclisa Giştî ya AKP’a Bajar Hamît Goksal a bi navê Hulya Goksal û xwarziyê Şaredarê Bajêrgeyê yê AKP’î Dirbaz Buyuksu yê bi navê Şaban Aldemîr jî girtin kar.    Balkêş e ku temamiya kesên di bin navê “mulaqatê” de girtine kar rêveberên AKP’î û xizmên wan in. Di heman demê de hat zanîn ku Vedat Eren ê ku di navbera salên 2017-2020’an de li Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) de dixebitî û Cîgirê Serokê Teşkîlatê Ahmet Akiş jî girtine kar.