ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-13 09:00:05     * Desthilata AKP’ê di nava 20 salan de li Şirnexê ji bo qereqol, kule, avahî û rêyên leşkeriyê  2 milyar û 387 milyon û 780 hezar lîre xerc kir.   * Esnaf Ramazan Şîmşek destnîşan kir ku ew hewl didin Kûçeya Hûnerê ya ji ber polîtîkayên şerê taybet bûye navenda fihûş û hişbirê bigûherînin û got: “Amed dê bi nasnameya xwe ya cewherî van polîtîkayan pûç bike.”   * Parêzer Kahraman Ozçagin diyar kir ku doza Komkujiya Dîgorê li ser kaxizê tê meşandin û bal kişand ser helwesta darazê û anî ziman ku faîl tên xelatkirin.    * Siyasetmedar Besîme Konca bal kişand ser têkoşîna jinên ku ev 2 sal in li dijî Talîbanê Efxanistan bi dest xist li ber xwe didin û got: “Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişteke girîng e.”   * Li Şaredariya Geverê ya di bin rêveberiya qeyûm de endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’î, rêveberên AKP’î û cîgirên qeyûm xizmên xwe bi “mulaqatê” girtin kar.   * Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê dê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de li avahiyên partiyê yên navçeyan çalakiyan li dar bixe. (17.00 - 19.00)