Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin! 2023-08-12 23:22:49   COLEMÊRG - Şewata ku ev 2 roj in li gundê Marûnis ê Colemêrgê didome, tevî israra gundiyan jî mudaxile lê nayê kirin.     Şewata ku 2 roj berê li derdora sûlava Qewalê ya li gundê Marûnisê yê Colemêrgê derket, mudaxile nayê kirin.    Gundiyên, anîn ziman ku ji bo vemirandina şewatê wan gelek caran bang li tîmên agirkujê û Midûriyeta Giştî ya Daristanê kirine, gilî û gazin kirin ku bangên wan bêbersiv hatine hiştin. Di şewata ku ev 2 roj in dewam dike de bi dehan dar şewitîn, ekosîstema li herêmê jî di xetereyê de ye.