Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-08-12 21:47:03   MÛŞ - 20 ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin duçerxe ajotin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Endamên rêxistina Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de li dijî polîtîkayên şerê taybet li navenda bajêr duçerxe ajotin. 20 ciwanên ku du çerxe ajotin hatibûn binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan li qereqolê hatin wergirtin hatin berdan. Duçerxeyên ciwanan ên hatibûn desteserkirin jî hatin îadekirin.