Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin 2023-08-12 16:32:45   EDENE - Di çalakiya protestokirina astengkirina Dayikên Şemiyê ya li Edeneyê de 39 kes hatibûn binçavkirin û hat zanîn ku tevî hewayê germ jî binçavkirî 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatine sekinandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê xwest ji bo protestokirina astengkirina Dayikên Şemiyê li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Lê belê walîtiyê bi hinceta “heta astegî rêya xelkê û wesayîtan digire, li ser aramiya cemaweriyê xetereyê çêdike û azadiya welatiyan bisînor dike” asteng kir. Polîsan 5 jê parêzer bi giştî 39 kes derb kirin û binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin ev in: “Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Osman Fîlîztek, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sar, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Tugay Bek, rêveberê ÇHD’ê Onur Can Gurbuz, Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya, Hevserokên HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk û Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê, Osman Guven, Nîmet Tekîn, Saniye Seçkîn, Nûran Ozdeş, Aydin Varol, Nezîr Algel, Ahmet Akdogan, Zekî Sekîn, Hamît Çelîk, Çetîn Eye, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Huseyîn Kaya, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen a Edeneyê Mehmet Çelîk, Hevserokê Şaxa SES’a Edeneyê Dr. Murşît Enîs Akyuz û Ahmet Kaya û Osman Polat.”  Hat zanîn ku kesên binçavkirî 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatine sekinandin.    'EV ÎŞKENCE YE’   Kesên hatine binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Yekîneya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregîrê. Piştî kirariyên vê derê, 5 parêzer hatin berdan û 34 kesên din jî ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê. Ji parêzerên hatine berdan Tugay Bek diyar kir ku 39 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û wiha got: “Pileya germahiyê ya Edeneyê bi ser 50’an de ye lê 39 kes bi awayekî keyfî 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin. Ev yek sepaneke keyfî û îşkence ye.”