Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin 2023-08-12 10:06:00   AMED - Rêwiyên li Balefirgeha Amedê careke din neçar man ku 6 saetan dereng biçin û ji bo vê jî "sedemên operasyonî" hatin nîşandan.     Pirsgirêkên Balefirgeha Amedê berdewam dikin. Duh bi şev rêwiyên ku dê saet di 21.30’an de ji Amedê ber bi Stenbolê ve biçûna ji ewil bi sedema “dê derengmanê" 40 deqeyan hatin sekinandin. Piştre jî ji rêwiyan re hate gotin ku balefir dê 6 saetan derengî rabe. Di navbera rêwiyên ku xwestin daxuyaniyeke fermî were dayîn û rayedarên firotina biletan ên balefirgehê de nîqaş derketin.    HINCETA DERENGMAYÎNÊ ‘SEDEMÊN OPERASYONÎ’   Ji rêwiyên ku nekarin xwe bigihînin rayedarên berpirsyar re ji bo serfera Amed û Stenbolê peyamak hate şandin û wiha hate gotin: "Mêvanên me yên binirx, balefira me ya 11.08.2023 PC2385 Amed-Stenbol Sabîha Gokçenê ji ber sedemên operasyonî li şûna 21.30’an dê 03.30’an rabe. Divê heya saet 02.45’an karûbarên check-in werin temamkirin.” Her wiha anons hate kirin ku rabûna balafiran ji ber “balefirên şer” hatiye taloqkirin.    NÎQAŞ DERKETIN   Rêwiyan di dema anonsê de bertek nîşan dan û gotin ku hêj niha jî balafirên sivîl tên û diçin. Hat zanîn ku hin rêwiyan ji ber derengmayînê biletên xwe betal kirin û di navbera rêwiyan û rayedarên firotina bilêtan de nîqaş derketin. Rêwiyan ji fîrmaya ku bilêt firotiyê xwestin ku ji bo dema bendêmayînê cihek were girtin. Li gel israra rêwiyan, fîrmayê ji bo bêhnvedanê cihek peyda kir. Hat zanîn ku hin rêwiyên din heya sefera 03.30’an di balefirgehê de man.