Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket 2023-08-11 15:16:50   ŞIRNEX - Li gundê Derêsor ê li quntarê Çiyayê Cûdî û li gundê Newala Îsa Axa ya girêdayî Cizîrê şewat derket.    Li gundê Derêsor ê girêdayî bajarokê Bêspîn ê Silopiya ya Şirnexê ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî, di danê nîvro de şewat derket. Hat zanîn ku leşkerên li herêmê gule li derdorê reşandine û şewat ji ber gulebarana leşkeran derketiye.    Ji bo vemirandina şewatê heta niha tu mudaxile nehatine kirin û her ku diçe berbelav dibe.    LI CIHÊ GULEYÊN PERWERDEYÊ LÊ HATIN AVÊTIN ŞEWAT DERKET    Di heman demê de li çoltarê gundê Newala Îsa Axa yê Cizîrê jî şewat derket. Hat zanîn ku şewat li qada Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê ji bo perwerdeyê guleyan lê ber dide derketiye. Demek piştre şewat li çêrgeha gund belav bû. Şewat hêj didome û ji bo vemirandina şewata ber bi gund ve berfireh dibe jî tu mudaxele nayên kirin.