Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin 2023-08-11 08:56:40   MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi ser gelek malan de hate girtin û di encama serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi hinceta pîrozbahiya Newrozê daye destpêkirin, di danê sibehê de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “amadekariya çalakiyê dikin” bi ser gelek malan de hate girtin û 11 kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn hatin binçavkirin. Piştî lêgerînên li malan, Şiyar Oguz, Muhammet Tutmaz û 9 welatiyên din ên navên wan nehatin zanîn derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hatin kirin.