Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin 2023-08-10 10:54:57 ŞIRNEX - Deverên nêzî gundê Bilbês ê Elkê ji duh ve bi balafirên şer û helîkopteran tê bombebarankirin. Hat zanîn ku artêşa tirk tankan sewqî herêmê dike.    Çoltarê gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê di 29’ê tîrmehê de ji ketin û derketinê hate qedexekirin. Biryara qedexeyê di 4’ê tebaxê de bi dawî bû lê dorpêça li ser gund hêj berdewam e. Li rexekî dorpêç didome û li rexa din jî welatiyê bi navê Îzettîn Cîn ku di serdegirtina malan a di 1’ê tebaxê de hatibû binçavkirin, di 3’yê tebaxê de hate girtin.    DORPÊÇ DI ROJA 13’AN DE DIDOME   Dorpêça li ser gund di roja 13’an de berdewam e. Destûr nayê dayîn ku welatî biçin nav bîstan û baxçeyên xwe. Hat zanîn ku deverên nêzî gund ji duh ve bi balafirên şer û helîkopteran tên bombebarankirin. Îro di saetên serê sibehê de jî gelek leşker û polîs li herêmê hatin sewqkirin.    TANK ŞANDIN HERÊMÊ    Li rexekî bombebaran didome û li rexa din jî hat zanîn ku di navbera leşkerên derketin operasyonê û endamên HPG’ê de pevçûn derket. Li herêma pevçûn lê qewimîn de dengê bombe û çekan bilind bû. Demekî kin piştre jî tank li herêmê hatin sewqkirin.    ŞÊNIYÊN GUND BIFIKAR IN    Hat zanîn ku rayedarên leşkerî ji şêniyên gund re gotine ku ketin û derketina gund ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin. Şêniyên gund ên me têkildarî tiştên diqewimin pê re hevdîtin kir, gotin ku ew bifikar in û destûr nayê dayîn ku derkevin derve. Gundiyan xwestin ku şandeyeke ji siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan pêk tê biçe herêmê.