Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin 2023-08-09 20:11:12   ENQERE - Îtîraza li dijî girtina nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan ê di 25’ê tîrmehê de bi îdiaya “wezîfedarên dewletê-cemaweriyê kiriye hedef” hat girtin, red kir.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan di 25’ê tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “wezîfedarên dewletê-cemaweriyê kiriye hedef” hat girtin û wî şandin Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê. Îtîraza li dijî girtina Arslan di 31’ê tîrmehê de hatibû kirin ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ve hate redkirin. Sedemê redkirinê nehate zanîn.