Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan 2023-08-09 15:34:19 ÎZMÎR - Mîhdî Ozturk ku piştî 30 sala hate bedan wiha got: “Hest û hesreta mîn a 30 sal berê çi be, îro jî ew e.”    Mîhdî Ozturk (37)  ku 30 sal bûn girtî bû û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakranê dihat ragirtin, hate berdan. Ozturk, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl da beşeke xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê da. Ozturk, di 27 saliya xwe de kete girtîgehê û di 57 saliya xwe de derket. Ozturk, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bayrakli û Alîagayê ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.    ‘PARÇEYEKE MIN LI WIR MA’    Ozturk, li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Niha bi hezaran tiştan difikirimn. Lê ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne. Ji bo kesekê ji hevalên xwe hez dike 30 sal weke 3 rojan derbas dibin. Lê kesên ji hevalên xwe hez nakin 3 roj mîna 30 salan derbas dibin. Silavên hemû hevalên li girtîgehê bo gelê me hebûn. Hinek dereng bû lê derketineke birûmet bû. Hest û hesreta min a 30 sal berê çi bin, îro jî ew in. Min hevalên xwe yên di girtîgehê de li pey xwe hişt. Lewma derketina xwe ya ji girtîgehê weke azadiyeke nîvco pênase dikim. Derketine birûmet bi têrî me tevan dike. Ji bo hevalên li girtîgehê jî ev yek girîng bû. Hevalan ez bi van hestan oxir kirim.”   Ozturk, li Taxa Onur a navçeya Bayrakliyê jî bi girseyî hate pêşwazîkirin. Bi konvoyê derbasî Komeleya Fistiklilar a Mêrdînê û ji hêla xizm û şêniyên taxê ve bi tililî û govendan hate pêşwazîkirin.