Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin 2023-08-09 12:21:53 ŞIRNEX - Qedexeya li gundê Bilbêsê ya navçeya Elkê bi awayekî fiîlî didome û çoltarê gund bi helîkopter û balafirên şer hate bombebarankirin.    Çoltarê gundê Bilbês ê navçeya Elkê ya Şirnexê bi helîkopter û balafirên şer hate bombebarankirin. Walîtiya Şirnexê di 29’3e tîrmehê de ji bo gund û derdora wî biryara qedexeya derketina derve ragihandibû. Lê belê ev qedexeye di 4’ê tebaxê de rakiribû. Lê belê dorpêça leşkeran a li ser gund hêj didome. Çoltarê gund du caran ji hêla balafirên şer ên F-16’an ve hate bombebarankirin. Piştre jî helîkopteran herêmê bombebaran kirin. Hat zanîn ku li çoltarê gund di navbera leşker û HPG’iyan de şer derketiye.    GUNDIYAN BANG KIRIN   Şêniyên gund ji ber êrişan bifikar in û gotin ku destûr nayê dayîn derkevin derve. Gundiyan bang li siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan kirin ku şandeyekê bişînin herêmê.