Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin 2023-08-08 09:08:12   AMED - Hate diyarkirin ku girtiyê nexweşê penceşêrê Şakîr Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin, tevî ku di nava 4 mehan de 23 kîlo dane jî nayê dermankirin.   Girtiyê nexweş ku teşhîsa penceşêra qiriqê danîn ser Şakîr Tûran ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin, di nava 4 mehan de 23 kîla dan. Cezayê hefsê yê 6 salan ku bi îdiaya “alîkariya rêxistine kiriye” li Tûranê 70 salî hate birîn, di sala 2022’yan de teqez bû. Tûran ê birin Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dê heta sala 2025’ê girtî bimîne.    Di demekî ku rewşa tenduristiyê ya Tûran her roj ber bi nebaşiyê ve diçe de şertên girtîgehê tedawiya wî bi derengî dixe. Girtiyekî ku bi Tûran re tê ragirtin, ragihand ku di xwarin xwarin û wergirtina bêhnê de zehmetiyê dikişîne û li pişta wî lekeyên xal xal hene. Malbata Tûran ê li girtîgehê bi alîkariya girtiyan dikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, diyar kir ku ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in.    ‘TEDAWIYA WÎ TÊ ASTENGKIRIN’    Lawê Tûran Abdûrrahman Tûran, da zanîn ku duh bi telefonê bi bavê xwe re axivî ye û anî ziman ku rewşa bavê wî her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Tûran, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dayika min û xwişk û birayên min meha borî serdana bavê min kirin. Rewşa wî gelek xerab e, nikare bêhnê bide û bistîne. Di telefonê de dengê wî gelek kêm bû. Got dema bêhnê distîne û dide xwîn ji qiriqa wî tê. Dibin revîra girtîgehê lê tenê derziyeke janê û birînê deynin û dişînin. Asteng dikin ku li nexweşxaneyê were dermankirin.”   ‘EM JI ER TENDURISTIYA BAVÊ XWE BI FIKAR IN’    Tûran, ê bang li parazvanên mafên mirovan û rayedaran kir, wiha got: “Em ji tenduristiya bavê min bi fikar in. Divê tedawiya wî demildest bê kirin û bê berdan. Rewşa wî qet ne baş e em bi fikar in. Em bang dikin ku her kes bi hestiyar be.”   OHD: DI 4 MEHAN DE 23 KÎLO DAN   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, ji be rewşa Tûran giran bû di 28’ê tîrmehê de serdana Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê kir. OHD’ê derbarê rewşa Tûran û agahiyên ku ji girtiyan wergirtine de wiha got: “Hate diyakirin ku girtiyê nexweşê penceşêrê Şakîr Tûran ê 70 salî di nava 4 mehan de 23 kîlo dane, diviyabû nexweşiya wî li ber çavan hatibûya wergirtin û xwarinên parêzê jê re hatibûna dayîn lê nehatine dayîn, 2 mehan ji bo biçe endoskopiyê hatiye sekinandin. Ji ber malbata wî li Antalyayê dijî, 3 kurên wî û 3 neviyên wî astengdar in û nikarin biçin hevdîtinê tevî sewqa wî ji Antalyayê re hatiye xwestin jî daxwaz nehatiye qebûlkirin û tevî rewşa wî ya tenduristiya giran jî înfaza wî nehate taloqkirin.”   PÊŞNIYAZPIRS PÛÇ Û VALA HATE HESIBANDIN   Kurê Tûran, di adara 2023’yan de serî li parlamenterê wê demê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû da. Piştî serlêdanê Gergerlîoglû yê HDP’î di 14’ê adarê de rewşa girtiyê nexweş Tûran bi rojeva Meclisê. Di pêşniyazpirsa bi daxwaza Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne ji Meclisê re hate pêşkeşkirin de wiha hate gotin: “Bavê min Şakîr Tûran, li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin. Ez di 7’ê adarê de çûm hevdîtina vekirî rewşa wî gelek xerab bû. Bavê min tenê dibin revîrê derziyeke janê û birînê lê didin û dişînin û rewşa wî her ku diçe xerabtir dibe. Em ji jiyana wî bifikar in.” Pêşniyazpirsa Gergerlîoglû yê rewşa tenduristiyê ya Şakîr Tûran û îdiayên heyî pirsî bi gotina “Ji ber ku dema qanûnçêkirinê qediya, pêşniyazpirs pûç û vala hate hesibandin”.    MA / Bêrîvan Altan