ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-08 09:00:17   * Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku bêdengiya li dijî tecrîde hevkarî ye û wiha got: "Em bi xwe jî sûcdar in. Berpirsyariya me kurdan, demokrat û rewşenbîran ew e ku divê em li dijî tecrîdê derkevin û bêjin li Girava Îmraliyê çi dibe?"   * Hiqûqnasê ceza Ercan Kanar ku îşaret bi qanûnan kir, destnîşan kir ku nikarin cezayê dîsîplîn û ragihandinê bidin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku divê baro li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.    * Adîle Denîz Surer a kekê xwe yê rojnamevan Huseyîn Denîz ê beriya 31 salan li navçeya Serêkaniyê hate qetilkirin vegot, diyar kir ku kesên Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe û wiha got: “Piştî Huseyîn bi hezaran rojnamevan gihiştin.”   * Hate diyarkirin ku girtiyê nexweşê penceşêrê Şakîr Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin, tevî ku di nava 4 mehan de 23 kîlo dane jî nayê dermankirin.   * Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûsê ya ku li ser Newala Qoriyê hatiye avakirin û bi sedan salane li ser piyane heta îro hatiye.