Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê 2023-08-07 09:33:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya vê hefteyê de bi manşeta “Dubare cezakirin” bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şewitandina înfazên girtiyan.   Hejmara 190’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Dubare cezakirin” derket. Rojnameyê di manşeta xwe ya vê hefteyê de cih da tecrîda li Îmraliyê û şewitandina înfaza girtiyan. Der barê mijarê de nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug û Kenjan Sasû nivîsandine û mijar niraxandine.    Nûçeya bi Nûnerê TÎHV’a Amedê Mûrat Aba ya têkildarî binpêkirina mafan û îşkenceya leşker û polîs li welatiyan dikin jî di surmanşeta rojnameyê de cih girt.    Di rûpela jinê ya vê hefteyê de bi Hevseroka Şaxa Duyemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Zûha Sezer re nêrîn hatine girtin û polîtîkaya perwerdeyê tê nirxandin.    Rojnameya di rûpelê 4’an de bi nivîskar Yildiz Çakar re li ser xebatên wê yên wêjeyî hevpeyvîn hatiye kirin.    Di rûpelê 11’an de der barê Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de nûçeyek hatiye amadekirin.   Rûpelê 5’an ê rojnameyê jî ji bo nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê ziman de hatiye veqetandin.   Peymana Lozanê û êrişên li dijî xwezaya Kurdistanê jî çendek rojevên din ên rojnameyê ne.