Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive 2023-08-06 13:20:29   ENQERE - Lijneya Gişî ya Meclisê dê di roja sêşemê de ji bo nîqaşkirina birîna daran a li Akbelenê bicive.    Lijneya Giştî ya Meclisê dê roja sêşemê saet di 15.00’an de ji bo hevdîtinên têkildarî birîna daran a li Daristana Akbelenê ya li navçeya Mîlas a Muglayê bi awayeke awarte bicive. Dê partiyên siyasî têkildarî birîna daran a li Akbelenê nêrînên xwe parve bikin.