Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir 2023-08-06 11:09:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan, dewleta tirk bi SÎHA’yan gundê Çinarto yê Çemçemalê hedef girt.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) ên dewleta tirk îro di danê sibehê de gundê Çinarto yê girêdayî bajarokê Axceler ê navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê bombebaran kir. Li gorî agahiyên piştî êrişê agir bi derdorê ketiye.