Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin 2023-08-06 10:59:16   QERS - Li Qersê heqê rê yê nava bajar ji 8 lîreyan derket 14 lîreyan.    Piştî hilbijartinê bihayê sotemeniyê zêde bû û ji ber vê sedemê li gelek bajaran ji bo heqê rê zem hate kirin. Li Qersê jî ji bo heqê rê yê nava bajar 6 lîre zem hate kirin. Heqê rê yê nava bajar ku 8 lîre bû, bi zema nû re bû 14 lîre. Li bajar devera herî dûr 7 km ye û 6 lîreyên dawî li heqê rê hatine zêdekirin, rê li ber nerazîbûna gel vekir.