Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin 2023-08-06 09:23:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kiriye.    Koma paramîlîter a Sûltan Mûrat ku girêdayî dewleta tirk e, li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); endamên koma paramîlîter ji ewil jin qaneh kirin ku derbasî Tirkiyeyê bikin, piştre pere jê xwestin û herî dawî jî destdirêjî li wan kirin.